”Li dijî tundiya li ser jinê divê tedbîr werin girtin”

Ji bo belavbûna Vîrûsa Corona bandorê li wekheviya jin û mêr neke, Sekirtêrê giştî yê NY’î Antonio Guterês hişyarî da.

Antonio Guterêş balkişand ser bandora vîrûsa corona li ser jinan û zêdebûna tundiya li dijî wê û destnîşan kir ku divê vîrûs bandorê li wekheviya jin û mêr neke.

Antonio ragihand ku li tevahî cîhanê 60 ji sedî jinan kar dikirin, lê ji ber corona bê-kar mane.

Vê yekê bandor li aboriya jinê bi taybet kiriye.

Sekirtêrê giştî yê NY’î her wiha da zanîn ku di dema hiştina li malê de, dibistan hatine girtin, xwendekarên jin tevahî ji dibistanê hatine qut kirin, ev yek wê bandorê li ne-xwendina jinên ciwan bike.

Sekirtêrê giştî yê NY’î Antonio Guterêş hişyarî da ku ji bo Vîrûsa Corona bandorê li ser wekheviya di navbera jin û mêr de neke, wê tedbîr werin girtin.

Back to top button