Efrîn..Çeteyan li gundekî Şêrewa jina 58 salî kuşt

Di çarçoveya guhartina demografiya Efrînê de dewleta Tirk û çeteyên wê kirayrên qirêj li dijî sivîlên Efrînê pêk tînin. Çeteyan li gundekî Şêrewa jinek kuşt û li Efrînê jî 3 sivîl revandin.

Navenda binpêkirinan li bakurê Sûrî ragihand ku li gundê Başemra yê navçeya Şêrewa ya Efrînê çeteyan jina bi navê Ferîde Reşo (58) kuştin.

Navendê diyar kir ku çeteyan pere û zêrên wê jî dizîne.

Çatayan li efrînê û navçeyên wê 3 sivîl revandin

Li gundê Zerka ya navçeya Reco jî çeteyên dagirker şêniyê bi navê Elî Şêxo Ehmed revand.

Çete ji bo berdnê 600 Hezar L.S ji malbata Elî standin.

Navenda çavdêriya mafê mirovan a Sûrî ragihand ku li Efrînê çeteyan şêniyê bi navê Azad Mistefa Dehd (33) û Beşar Menan Emîn yê ji gundê Cûqê yê Efrînê revanandin.

Çeteyan di berdêla mala Mihemed Subihî yê ji gundê Kefr Zîtê yê navçeya Cindirêsê de, 1000 dolar jê standin.

Back to top button