Hikumeta Şamê hewl dide vîrûsê bighîne herêmên Rêveberiya Xweser

Tevî hemû hewldanên Rêveberiya Xweser ên rêgirtina li ber derketina vîrûsa Coronayê, lê hikumeta Şamê hewl dide vê vîrûsê derbasî herêmê bike. Vê yekê jî bi dixwaze bi rêya balafirxaneya Qamişlo pêk bîne.

Ne tenê wisa, lê belê, hikumeta Şamê nahêle ev kesên ku ji herêmên wê tên, ji aliyê tîmên tenduristiyê ve bên kontrolkirin û bi riyên qaçax wan derbasî herêmên Rêveberiya Xweser dike. Ji xwe li herêmên hikumeta Şamê ya vîrûs lê derketîn jî ti hewildanên cidî yên ji bo rêgirtina li ber vîrûsê nîne.

Di demekê de ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo rêgirtina li ber derketina vîrûsa Coronayê li herêmê hemû rêkarên pêwist pêk tîne, Hikumeta Şamê rê li ber derketina vîrûsê vedike.

Tevî qedexeya derketina derve, ev cara sêyemîn e hikumeta Şamê balafirxaneya Qamişlo bi kar tîne û rêwiyan ji Şamê tîne Qamişlo.

Tevî qedexeya derketinê, hikumeta şamê balafirxaneya qamişlo bi kar tîne

Bi vê yekê egeriya belavbûna vîrûsê li herêmên Rêveberiya Xweser xurt dibe, nemaze ku li herêmên Hikumeta Şamê heta niha vîrûs hatiye tesbîtkirin û rewşên mirinê jî derketine.

Her wiha gelek bajarok hatin vederkirin û çûnhatina Îraniyan, ku beriya demekê Îran bûbû jêdera vîrûsê, dewam e.

Back to top button