Li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê Bîlançoya vîrûsê giran dibe

Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê ji ber xemsariya dewleta tirk asta belavbûna vîrûsê û jimara qurbaniyan zêde dibe.Beşa civakê ku herî zêde di metirsiyê de ye, girtîgeh in.

Ji bo wê jî ji Bakurê Kurdistanê bangên ji bo berdana girtiyan bilind dibin û li dijî qanûna înfazê ya cihêkar jî, bertek zêde dibin.

Dewleta Tirk ji destpêka belavbûna vîrûsa corona bi xemsarî, li mijarê dinêre û tedbîrên pêwîst nagre.

Ji ber vê jî niha vîrûs li tevahî bajarên tirkiyê belav bûye.

Ji 11’ê Adarê û vir ve 908 kes mirine û 42 hezar û 282 kes bi vîrûsê ketine.

Ne tenê kesên normal kesên bi karê tenduristiyê re mijûl dibin jî ji vîrûsê xilas nabin.

Serokê Odeya Dermanfiroşan a Stenbolê, diyar kir ku li bajar di xebatkarên nêzî 20 dermanxaneyan de vîrûs hatiye tesbîtkirin.

Li navçeya Basa ya Şirnexê, bi gumana vîrûsê 2 nobedar, 2 hemşîre û ajokarekê ambûlansê xistin çavdêriyê.

Hat diyar kirin ku ketin û derketina navçeyê jî hat astengkirin.

Walîtiya Mêrdînê ragihand ku ji ber vîrûsê heya niha herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 gundên din xistin bin çavdêryê.

Li girtîgehan alavên pêwîst tine ne

Ji ber belavbûna vîrûsa corona rewşa girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de, di xeteriyê de ye.

Mehmet Bînîcî yê li Girtîeha Tîpa T a Rihayê ye, diyar kir ku gardiyan bi komî li qawişan lêgerînê dikin û wiha got:

“Li odeya ku 22 kes lê dimînin, girtiyên germa laşê wan zêde heye.

Girtiyên dikuxin û bêhna wan diçike hene. Lê cîhaza germa laş dipîve tune”.

Pervîn Buldan: Desthilatdarî bi qanûna înfazê dubendiyê ava dike

Desthilatdariya Tirk bi belavbûna vîrûsê re, Pêşnûmeya Înfazê xist rojeva meclisê û li bendêye bê qebûlkirin.

Di vê pêşnûmeyê de girtiyên siyasî cih nagrin.

Li dijî vê pêşnûmeyê bertek zêde dibin û ev pêşnûme weke “cudakiriyê” tê binavkirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) “Kampanyaya Malbatî ya Xwişk û Biratiyê” dest pê kir û armanc dike ku di vê pêvajoyê de piştevaniyê zede bike.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, diyar kir ku desthilatdarî bi pêşnûmeya înfazê dubendiyê ava dike û got:

“Divê girtîgeh bên vale kirin û wan bixin navendên cavderiye.

Rojek berî rojekê divê gavên şênber bên avêtin.”

Hasîp Kaplan: Desthilatdarî ji bo alîgirên xwe efûyê derdixe

Parlementerê HDP’ê yê berê Hasîp Kaplan, jî diyar kir ku li dijî qanûna bingehîn û tuzuka hundirîn e û got:

“Îqtidar ji bo alîgirên xwe efûyê derdixe, lê hewl dide cezayê muxalifên siyasî jî hîn bêtir zêde bike.”

Bavê 4 girtiyan: Bila girtîgehan bikin nexweşxane

Abdulqadîr Çalhan ê 50 salî ku 4 zarokên wî di girtîgehê de ne jî, bang li desthilatdariya Tirkiyê kir ku hemû girtiyan berde û girtîgehan bikin, nexweşxane.

Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan a Amedê (TUAY-DER), jî banga berdana hemû girtiyan kir.

Back to top button