Li başûrê Kurdistanê 13 kesên din bi Coronayê ketine

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya başûrê Kurdistanê, di 24 saetên dawî de 13 kesên bi Coronayê ketine, hatin tomarkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya başûrê Kurdistanê derbarê daneyên dawî yên nexweşiya vîrusa Coronayê de daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê , di 24 saetên dawî de hezar û 239 test hatine kirin û 13 kesên bi Coronayê ketine hatin tomarkirin. Ji wan 9 kes li Hewlêrê û 4 kes jî li Silêmaniyê ne.

Heta niha li başûrê Kurdistanê, 324 kes bi vîrusê ketine, 134 kes baş bûne û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button