Teyîb Temel: Dorpêça li ser Mexmûrê, şerma mirovahiyê ye

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel, diyar kir ku dorpêça 9 mehan li ser Kampa Mexmûrê ku bi qasî 12 hezar mirov tê de ne, şermeke mezin e û ne li gorî ruhê yekitiya neteweyî ye. 

Tayîb Temel destnîşan kir ku, ji ber wê dorpêçê xelkê di Kampê de, ji aliyê peydakirina pêdiviyên jiyanî û tenduristî gelek zehmetiyan dibînin..

Parlamenterê HDP’ê diyar kir ku, Hikûmeta Başûrê Kurdistanê berovajî berê, niha rewşa Kampê li gorî berjewendiyên xwe bi rê ve dibe û nêzîkatiyên xwe guhertine..

Her wiha got jî, “nabe Mexmûr dibin dorpêçê de bimîne, li wê derê extiyarên nexweş û zarok hene, ev şerma mirovahiyê ye.”

Back to top button