”Xeteriya vîrûsa Coronayê ji ya dewleta Tirk ne kêmtir e”

Tevî xeteriya vîrûsa Coroan, êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava didomin. Jina bi navê Zekiya Nasir a ji gundê Um El-Kêfê ku mala kurê wê hat topbarankirin dibêje: Dewleta tirk çi ji me dixwaze, mala kurê min topbaran kirin, xwedê ji wan ne razî be”.

Êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava didomin, yek ji cihê di bin êrîşan de ye gundê Um El-Kêf e ku rojan e ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve bi dijwarî tê topbarankirin.

Gelek malên sivîlan hatine topbarankirin û gelek sivîl jî birîndar bûne.

Zekiya Nasir yek ji jinên gund e ku mala wê û kurê wê ji aliyê dewleta tirk ve hat topbarankirin û niha li gundê Til Balûa yê Aşûriyan bicih bûne.

Zekiya rewşa gund, sedema rûxandina mala kurê wê, zehmetiyên ku di aliyê çandina zeviyên xwe de û parastina xwe ya ji Vîrusa Koronayê nirxand.

Zekiya anî ziman ku ji ber êrîşan ne-roja wan roj e û ne şevê wan jî şeve û got:

Dewleta tirk her şev gundê me topbaran dike, lê vê carê bi rengekî pir dijwar gund topbaran kir.

Tenê 2 odeyên kurê min hebû û malek me hebû lê dewleta tirk malên me topbaran kir û rûxand.

”Em nikarin îsal erdê xwe biçînin”

Zekiya got: “Cenetorên me yên avê û gelek donim erdê me di bin dagirkeriyê de ye û erdê me yê li vir jî ji ber topan em nikarin biçînin.

Zekiya Nasir dawiyê diyar kir ku metirsiya Vîrusa Koronayê ji ya dewleta tirk ne kêmtir e û got:

Heta ji destên me tê em hewil didin xwe biparêzin, lê di vê rewşa êrîş û topbarana dewleta tirk a dagirker e mirov wê çawa xwe biparêze gelo? Bi belavbûna Vîrûsa Koronayê re çima dewleta tirk hîn êrîşî me dike û ranaweste?, em dixwazin jiyana xwe ji vê vîrûsê biparêzin.

Bila êdî dewleta tirk êrîşan bi-sekinîne, eger ra-neweste wê korona çêbibe û belav jî bibe, em li himber êrîş û vîrûsê jî li berxwe didin.

Back to top button