Koçberên Waşûkanî: Dagirkerî rê dide belavkirina vîrûsa Coronayê

Koçberên kampa Waşûkanî destnîşan kirin ku di vê qonaxê de êrîşên dewlata tirk xeteriyek li ser jiyana koçberan çêdike, dagirkerî wê vîrûsa korona belav bike.

9’ê Cotmehê dewleta tirk û hevkarên wê bi çekên giran û qedexekirî êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kirin.

Di encamê de bi hezaran kes koçber bûn.

Ji bo bicihkirina koçberan û bi rêxistinkirina wan Rêvberiya Xweser kampa Waşokanî di 21’ê cotmahê de da ava kir.

Piştî belavbûna Virusa Korona li tevahî cihanê, Rêveberiya Xweser tedbîrê xwe girt û biryara nederketina derve ragihand.

Di heman demê de desteya tenduristiyê dest bi hemleyên baqijiyê kiriye.

Jina bi navê Emîne Hisên ku ji bajarê Serêkaniyê ye; spasiya Komîteya Tenduristîyê kir û got:

Em naxwazin ev virûs li gel me belav bibe, em li gorî biryarê Rêveberiya Xweser tev digerin.

Em spasiya Komîteya Tenduristîyê ya kantonê dikin ku ev hemleyên baqijiyê dane destpêkirin.

Emîne bang li sazî û rêxistinên mirovî kir ku rê li ber dagirkeriya tirk bigirin, ji ber ku dagirkeriya dewleta tirk û êrîşên wê di vê qonaxê de rê ji bo belavkirina Virûsa Koronayê vedike.

Gulê Daûd jî êrîşên dewleta tirk ên di vê qonaxê de li ser gundewarê navçeya Til Temirê şermezar kir û got:

Cihan tevahî ji bo rê li ber belavkirina Virûsa Korona sekiniye, lê dewleta tirk di vê qonaxa hesas de êrîşî gundewarê Til Temirê dike.

Êrîşên dewleta Tirk bandorê li ser biryarên Rêveberiya Xweser dike, gel ji ber topbarana dewleta tirk neçarî koçberiyê dibe.

Em ê li dijî dagirkerî, koçberî û Vîrusa Koronayê li ber xwe bidin, berxwedan dirûşma me ye.

Back to top button