TJK-E: Di dema hiştina li malê de tundî li dijî jin û zarok zêdetir bû

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa TJK-E bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku mayîn li malê di pêvajoya vîrûsa korona de tundiya li dijî jin û zarokan zêdetir bûye.

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) daxuyaniyek nivîskî da û got:

Divê di serî de ji bo em xwe û yên derdorî ji vîrûsa koronayê biparêzin li malê bimînin.

Sîstema kapitalîst a bi îdeolojiya zayendî re jinan dikin hedef û dixwaze tune bike.

Tundiya li nava malê li jinê tê kirin şerek cîhanî yê ku ti carî bi dawî nabe.

Di pêvajoya mayîna li mal ji ber vîrûsa korona tundiayn li dijî jin û zarokan zêdetir kirye, divê hemû parlemento bikevin nava tevgerê.

Divê di serî de hemû saziyên fermî, tevgerên jinan û rêxistin bibin xwedî helwest û kesên tundiyê dikin ceza bikin.

Ji bo peywendiyên bên kirin hesabên TJK-E wiha ne:

Facebook: Tjk-e Sosyal Komite

Twitter :Tjk-e Sosyal Komite @Tkomite

Instagram:tjkesosyal

Back to top button