Girtiyê Kurd Mistefa Selîmî yê ku ji zindana Seqîz reviyabû, piştî ku ji aliyê hêzên ewlekarî yên başûr Kurdistanê ve hatibû destgîrkirin û radestî rejîma Îranê kiribûn, ji aliyê rejîma Îranê ve hate darvekirin.
Selimî di 27’ê Adarê bi gelek girtiyan re ji zindana Seqiz fîrar kiribû.
Îro danê sibê hate darvekirin, û cenazeyê wî radestî malbata wî kirin.
Li gorî tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê piştî fîrarê Selîm bi çend kesan re berê xwe dabû Başûrê Kurdistanê.
Lê ji aliyê hêzên ewlekarî yên başûrê Kurdistanê ve hatibûn destgîrkirin û radestî rejîma Îranê kiribûn.
Selîmî ji sala 2003’an ve bi hêceta endamê hizbek Kurd bû, cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.
Hizba Demokrata Kurdistan a Îranê û rêxistina Kurdistan a Hizba Komînosta Îranê diyarkiribûn ku Mistefa Selîmî, ne endamê wan e