Amarîka navendên ragirtina cenazeyan zêde dike

Di rewşa ku cihan têre derbas dibe, yek ji tişta herî girîng parastina tenduristî û bilindkirina moralê xwe ye. Ji xwe nîva cihanê heta niha jî tenê vê dike.

Amarîka navendên ragirtina cenazeyan zêde dike, Ewropa jî di aliyê aborî de têk diçe. Hikumeta Îtalya ditirse ku rêveberiya welêt bikeve destê Mafya.

 

Amerîka ji ber vîrûsê dinale, Trump behsa geşbûna aborî dike

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ji bo bêçaretiya xwe ya li pêşberî vîrûsê bigre her tiştî dike.

Car tê êrîşî welatên ciran dike, car jî tê parzemînên din tewanbar dike.

Serokê DYA Donald Trump ku rojane bi daxuyaniyekê hewl dide moralê gel bilind bike, dîsan qala bihêzbûna xwe ya di aboriyê de kir.

Trump got:

Di nava 50 salên dawiyê de, wan jêdereke herî bihêz ya borsayê bidest xistiye.

Bajarê herî binav û deng yê eyaleta New Jersî, New York ji ber vîrûsa Corona ji hev ketiye.

Bajarê ku ji ber vîrûsê teviziye, bûye bajarê herî zêde qurbaniyan dide.

Rêveberiya DYA bi zêdebûna bîlançoya qurbaniyan re, cihên ragirtina cenazeyan yên nû amade dike.

Arjantînî bi şahiyan dixwazin moralê xwe bilind bikin

Li parzemîna başûrê Amarîka jî gel ji bo moralê xwe bilind bikin, tiştên cur be cur dikin.

Arjantînî li ser balkonên xwe bi gotina stran û lidarxistina şahiyan dixwazin hêviya xwe xurt bihêlin.

Bisedan Venezueliyên li Kolombiya dixwazin vegerin welatê xwe

Piştî ragihandina Pandemî ji ber vîrûsa Corona bi sedan Venezueliyên li Kolombiya daxwaza vegera li welatê xwe kirin.

Bi sedan Venezuelî li bajarê Bacaramang a bakurê Kolombiya kom bûn.

Ji 25’ê Adarê ve piştî reşa li Kolombiya, Venezueli dibênin êdî li vir jiyan ne maye û dixwazin li welatê xwe vegerin.

Spanya di têkoşîna li dijî vîrûsê de bi israre

Piştî parzemîna Amarîka, Ewropa berdêlek giran ya vîrûsê dide.

Piştî Amerîka welatê herî zêde ji vîrûsê bandor bûyî Spanya ye.

Tevî hemû nîşaneyên giranbûna bîlançoyê, xebatkarên tenduristiyê yên Spanya dest ji karê xwe bernadin û xanî û cihên taybet derman dikin.

Hikumeta Îtalya ditirse ku mafye rêveberiya welêt bigre destê xwe

Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte, jî bi rêya daxuyaniyeke çapemeniyê daxwaza xebatên vekirina karxaneyan redkir.

Li aliyekî din ji ber tevgera mafya Îtalî siyasetmedar ditirsin ku Mafiya rêveberiya welat bêxin destê xwe de.

Ji dema vîrûs li welêt bilav bûyî heta niha zêdeyî 3 milyon kes bêkar maye.

Li bajarê Lombardîna yê Îtalya jî pîskoposê Brescia daket yek ji kolanên herî zêde vîrûs lê derketî û merasîmek olî lidar xist.

Li Galler a Brîtanî lawirên kuvî li kolananin

Ev der jî kolanên Llandudno ya dikeve bakurê Galler ya Bîrîtanya ye.

Bizinên kuvî yên bêxwarin mane, daketine nava kolanan.

Back to top button