Metirsiya Corona li beşên din ên Kurdistanê dewam dike

Li Başûrê Kurdistanê jinekê ji ber vîrûsa corona jiyana xwe ji dest da. Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bîlançoya rojane giran e.

 

Li başûrê Kurdistanê jinekê jiyana xwe ji dest da

Corona li cîranên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi bandor belav dibe.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku li bajarê Silêmaniyê jineke 65 salî ku bi vîrûsê bû, jiyana xwe ji dest da.

Hat gotin jina ku jiyana xwe ji dest daye, berê jî nexweşiyên wê hebûne.

Her wiha hat raghandin ku li Hewlêrê kesekî 49 ku nexweşiya pençeşêrê pê re hebû û bi coronayê jî ketibûn, ji corona rihet bûye.

Heta niha li Başûrê Kurdistanê 325 kes bi vîrûsê ketine, 145 kes baş bûne û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber derman kêm e, metirsiya li ser Mexmûrê zêdetir dibe

Ambargoya li ser wargeha penaberan a Rûstem Cûdî Mexmûrê di roja 273’an de dewam dike.

Piştî derketina vîrûsa coronayê, metirsiyek mezin li ser şêniyên Mexmûrê çêbûye.

Li wargeha ku rê nayê dayin derman jî derbasê bibin, metirsî zêdetir dibe.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Tayîp Temel, diyar kir ku ambargoya şermek mezine û got:

“Ev ambargo ne li gorî ruhê yekitiya neteweyî ye.

Ji bo rakirina ambargoyê, divê hêzên yeketiya neteweyî destek dikin ,dengê xwe bilind bikin.”

Li Îranê 125 kesan jiyana xwe ji dest da

Roj bi roj jimara kesên li Îran û Rojhilatê Kurdistnê, bi corona dimirin zêde dibe.

Wezareta Tenduristiya îranê ragihand ku di nava 24 saetên borî de 125 kesên din mirine û hezar û 837 kes jî di pê ketine.

Bi vê re jimara kesên bi vîrûsê ketine 70 hezar derbas kir.

Li Îranê jimara miriyan gihaşt 4 hezar û 357 kesan.

Back to top button