QSD: 88 ÇETEYÊN DAIŞ’Ê HATIN KUTŞIN

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê tevî rewşa hewayê ya zehmet jî, bi pêşketina şervanên QSD’ê didome.

Navenda ragihandina QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir.

Li gorî vê, 88 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê encama şerê 24 saetên derbasbûyî yê Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir.

Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan.

Çeteyên DAIŞ’ê sûd ji mijê wergirtin û êrîşî nuqte û çeperên şervanên QSD’ê krin.

Lê belê hişyariya şervanan êrîşa wan têk bir.

Li ser bersivdayîna şervanan şerekî giran rû da û 5 çete hatin kuştin.

Balafirên Koalîsyonê jî erebeyên çeteyan teqandin û kuştina 12 çeteyan hat teqezkirin.

Li aliyekî din jî şer di navbera şervanan û çeteyên ku erebeyên bombekirî û zirxî bi kar anîn derket.

Di encamê de 4 çete hatin kuştin.

Di saetên sibehê de jî, ji ber ku çeteyan hewl dan nuqteyên winda kirine vegerînin, şerekî dijwar qewimî.

Şervanên QSD’ê êrîş têk birin û derbên giran li çeteyan xistin.

Balafiran jî, kombûna çeteyan û cihên wan hedef girtin.

Li eniyeke din a qonaxê jî, di encama şerên dijwar de, 13 çete hatin kuştin û cenazeyên 5 çeteyan li naverasta şer man.

Heta kêliya amdekirina vê bîlançoyê jî, şerên giran rû didan.

Her wiha şervanên QSD’ê bi dehan malbat ji pencên çeteyan rizgar kirin û li deverên ewle bi cih kirin.

Piştî wê şervanan alîkariya lezgîn pêşkêşî sivîlan kirin.

Navenda ragihandina QSD’ê li ser encama şerê eniyan jî ev agahî dan.

88 çete hatin kuştin.

Erebeyek bombebarkirî û hejmarek motoskiltêt hatin teqandin.

Cîhazekî Hîtra û zencîreke fîşekên BKC ketin destê şervanên QSD’ê.

Leave a Reply

Back to top button