Hêzên Rejîmê gundewarên Idlib û Lazqiyê topbaran kirin

Agirbesta Puitn-Erdogan a li Idlibê 37 roj li paş xwe hişt û ev agirbest rojane tê binpêkirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku hêzên rejîma Sûrî vê sibehê deverên çeteyên dewleta Tirk li bejahiya Hedada li çiyayên Lazqiyê û bajarokê Bara li Cebel Zawiyê li Idlibê topbarqan kirin.

Li aliyekî din û di demeke ku cîhan hemû bi belavbûna vîrûsa Coronayê ve mijûl bûye, dewleta Tirk vê yekê weke derfet bikar tîne û şandina piştgiriya leşkerî bo Idlibê dewam dike.

Dewleta Tirk 30 maşîneyên leşkerî derbasî Idlibê kirin

Herî dawî dewleta Tirk 30 maşîneyên leşkerî bi riya herêma Xirbet El-Coz a sînorî derbasî Idlibê kir.

Bi vê yekê ji dema ragihanidna agirbesta Putin-Erdogan li Idlibê, dewleta Tirk 2 hezar û 460 maşîneyên leşkerî û bi hezaran leşker derbasî Idlibê kirine.

Back to top button