Wezîrên G20 ji bo kêmkirina berhemdayîna petrolê li hev nekirin

Wezîrên Enerjiyê yên dewletên G 20, ji bo kêmkirina berhemdariya petrolê negihîştin tu peymanê. Her wiha wezîran bi daxuyaniyekê piştrast kirin ku dê saziyên enerjiyê piştgiriya xwe ya temam û berbiçav ji bo têkoşîna li dijî vîrûsa Coronayê dewam bikin.

Erbistana Siûdî ku ji yekemîn dewletên cîhanê ye ku petrolê difiroşe derve, bi rêya video civînek bi rêxistin kir.

Piştî civînê Wezîrên dewletên G20’an bi daxuyaniyeke hevpar destnîşan kir ku ew pabendî garantoriya dewamkirina piştgiriya saziyên enerjiyê ji bo têkoşîna li dijî vîrûsa Coronayê û geşkirina aboriya cîhanê ya dema pêş in.

Lê têkildarî kêmkirina berhemdayîna cîhanî ya madeyên xam de ti nîqaş nehatin kirin.

Piştî civînê Nûnerê Kanadayê û wezîrê berhemdariyên xwezayî Seamus Oregon ragihand ku daneyên der barê kêmkirina berhemdariya cîhanî ya madeyên xam de nîqaş nehat kirin.

Seamus Oregon got:

Nîqaşên îro li ser çareseriyeke piralî ji pirsgirêka guhertina buhayan, bûn.

Beriya niha dewletên birêxistinkirina firotina petrolê (OPEC) û hevalbendên wan gihîştin peymanekê ji bo kêmkirina berhemdariya petrolê.

Lê welatê Meksîka piştgiriya wê yekê nekir û ji lew re nehat pêkanîn.

Duh jî serokê DYE Dounald Trump ragihand ku wê Meksîk pabendî kêmikirina berhemdayîna petrolê heta 100 hezar bermîl rojane bibe.

Back to top button