ŞERVANÊN QSD’Ê LI KONVOYEKE 20 EREBYÊN ÇETEYÊN DAIŞ’Ê DA

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû hêza xwe dewam dike û şervan derbên giran li çeteyan didin.

Şervanên QSD’ê li eniya Hecînê li konvoyeke çeteyên DAIŞ’ê da.

Çavkaniyeke ji QSD’ê ragihand ku konvoyeke 20 erebeyên leşkerî yên çeteyên DAIŞ’ê pêk dihat, hewl da êrîşî nuqteyên şervanan ên li bakur – rojavayê Hecînê bike.

Şervanên QSD’ê bi desteka balafirên Koalîsyonê li konvoyê da û bi dehan çete hatin kuştin.

Her wiha şervanên QSD’ê di çarçoeya pêşketina xwe de, gelek mayinên çeteyan bê bandor kirin.

ŞERVANÊN QSD’Ê 300 SIVÎL JI PENCÊN DAIŞ’Ê RIZGAR KIRIN

Çavkaniyeke din ji QSD’ê diyar kir ku, şervanan 300 sivîlên din ji eniyên Hecînê rizgar kirin.

Şervanan demlidest sivîl derbasî herêmê ewle kirin û alîkariya lezgeîn ji wan re pêşkêş kirin.

Şervanên QSD’ê di van 3 rojên derbasbûyî de zêdetirî Hezar sivîl rizgar kiirbûn.

Leave a Reply

Back to top button