Li Sûriyê 6 rewşên nû yên bi vîrûsa Coronayê hatin tomarkirin

Hikumeta Şamê ragihand ku 6 rewşên nû yên bi vîrûsa Coronayê li Sûriyê hatin tomarkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku 6 rewşên din ên bi vîrûsê li herêmên jêr kontrola hikumeta Şamê hatin tomarkirin.

Her wiha heman wezaretê diyar kir ku rewşeke din ji vîrûsê rehet bûye.

Bi vê yekê hejmara giştî ya rewşên bi vîrûsê li herêmên hikumeta Şamê bûn 25 rewş.

Heta niha 2 ji wan mirine û 5 rewş jî ji vîrûsê rehet bûne.

Hikumeta Şamê betlaneya saziyên perwerdeyê li herêmên xwe dirêj kir

Di heman çarçoveyê de û wek rêkar li dijî belavbûna vîrûsa Coronayê hikumeta Şamê betlaneya saziyên perwerdeyê hat dijrêjkirin.

Bi vê yekê dibistan, zanîngeh û peymangehên li herêmên hikumeta Şamê heta 2 meha bê di betlaneyê de dimînin.

Back to top button