Vîrûsa Corona..Navendên çavdêriya tenduristî tên amadekirin li Hesekê

Rêveberiya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê, weke tedbîrên pêşîgirtina belavbûna Coronayê, navendine çavdêriya tenduristî amade dike.

Duh, Hevserokê Rêveberiyê Ebdulezîz Mao, diyar kir ku wan jimarek navend ji bo rewşên biguman, li herêmê amade kirine.

Mao da zanîn ku “wan made, cil û alavên tenduristiyê jî peyda kirine”.

Lê Ebdulezîz Mao destnîşan kir ku, pêdiviya wan bi alavên bihndanê û gelek alavên din heye.

Back to top button