PKK: Desthilatdariya AKP’ê nirxên civakî tune dike

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê, muhra xwe li binê hovîtiyeke nû dixe. Der barê nêzîkatiya dewleta Tirk a bi cenazeye şehîd Egîd re, Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê, destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker, bi kirinên xwe yên dermirovî, dixwaze nirxê civakê tune bike, lê tenê xwe dixapîne. 

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê, li ser şandina cenazeyê gerîlayê HPG’ê Egîd Îpek bi rêya pakêteke berîdê, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Komîteyê got:

“Desthilatdariya AKP-MHP’ê, ji bo temenê xwe dirêj bike, nirxên civakî tune dike û bi bêexlaqî û bêwijdaniyê, dixwaze civakê biqedîne, lê xwe dixapîne”.

Komîteya malbatên şehîdan a PKK:Ev nîşaneya têkçûyîna desthilatdariya Tirkiyê ye

Komîteyê, ev kirin nîşaneya têkçûyîna dethilatdariya dewleta Tirk bi nav kir, ku bi vê yekê, sûcekî din li dijî mirovahiyê dike.

Komîteyê her wiha teqez kir ku, hikumeta faşîst dixwaze bi cenazeyên şervanên azadiyê, gelê Kurd bitirsîne, lê xwe dixapîne.

Komîteya malbatên şehîdan a PKK: Kesên xwe mirov dibînin, divê li hemberî vî sûcî, bêdeng nemîne

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê di dawiyê de got:

“Kesê ku xwe mirov dibîne, divê li pêşberî vî sûcê li dijî mirovahiyê bêdeng nemîne”.

Divê gelê me xwedî li şehîdên xwe derkeve û bi rengê herî xurt, a pêwîst bike.

Back to top button