Bi dîmen..HRE: Li Şêrewayê, 3 leşkerên Tirk hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê, 2 çalakî li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê pêk anîn. Di herdu çalakiyan de, 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

HRE’ê der barê herdu 2 çalakiyan de daxuyaniyek da.

Li gorî HRE:

11’ê Nîsanê, Hêzên Rizgariyê, 2 çalakiyên sabotajê li dijî artêşa Tirk li navçeya Şêrawa ya Efrînê pêk anîn.

Di encamê de, 3 leşkerên Tirk hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

Her wiha, 3 erebeyên leşkerî jî hatin teqandin.

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku, ev herdu çalakî, ji bo tolhildana şehîd Egîd Şerqiya, Ferman Bilbilê û Xabûr Efrînê ne.

Back to top button