Ji ber vîrûsa Corona hikumeta Efxanistanî, 100 girtiyên Talîbanê berdan

Hikumeta Efxanistanî, di çarçoveya lihevkirina aştî û ji bo rêgirtina li pêşiya vîrûsa Coronayê, 100 girtiyên Talîbanê berdan.

Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Efxanistanî diyar kir ku “rewşa tenduristî, temen û dema cezaya mayî, di bijartina girtiyên berdayî de, berçav hatin girtin.

Berpirsiyarekî Efxanistanî da zanîn ku wê komeke din a girtiyan bên berdan, lê jimara wan eşkere nekir.

Ji bilî pêşîgirtina belavbûna Coronayê, ev serbestberdan, ji bo pêkanîna pêvajoya aştiyê jî hatiye kirin.

Çarşema borî jî, hikumeta Efxanistanî, di heman çarçoveyê de, 100 girtiyên Tevgera Talîbanê berdabûn.

Back to top button