KONGRA STAR: GIRTINA NAVENDÊN TEVGERÊ XIZMETA DIJMINAN DIKE

Kongreya Star a kantona Efrînê bang li YNK’ê kir ku ji biryara xwe ya girtina navendên siyasî paşde vegere û destnîşan kir ku girtina navendên siyasî yên Kurdî xizmeta dijminên gelê Kurd dike.

Di vê çarçoveyê de Kongreya Star a kantona Efrînê daxuyaniyek ji raya giştî re da.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan jinên kantona Efrînê ji hemû pêkhateyên wê, rêveberên Koordînasyona Kongreya Star, Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê li Kampa Berxwedan a navçeya Fafîn a herêma Şehbayê hate xwendin.

Jinan destnîşan kirin ku di demekê de ku divyabû ku gelê Kurdî li hemberî polîtîkeyên dagirkeran hevgirtina xwe xurt bikin, YNK’ê biryara girtina navendên Tevgera Azadî dide.

Jinan diyar kirin ku girtina ofîsên partiyên Kurdî li Başûrê Kurdistanê dikeve xizmeta dijmin.

Jinan bang li YNK`ê ya herêma Başûrê Kurdistanê kir ku ji biryara xwe ya girtina navendên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê vegere.

Her wiha diyar kirin pêwîstiya gelê Kurd bi yekitiyê heye û anîn ziman ku biryara girtina buroyan xizmeta dewletên derve yên li dijî gelê Kurd û mafên wan dik.

Leave a Reply

Back to top button