Piştevaniya Jinan a Ewropayê: Emê tekoşînê geş bikin

Piştevaniya Jinan a Ewropayê derbarê talokeya vîrûsa koronayê daxuyaniyeke niviskî da û diyar kir ku di vê rewşê de li dijî tundiya kapîtalîzmê û tundiya mêr em piştevanî û têkoşînê geş dikin.’

Piştevaniya Jinan a Ewropayê di daxuayniya xwe de wiha got:

Em rêxistinên Kurdistanî ji bo ku mafên jinên li Ewropayê biparêzin têdikoşin, ji ber vîrûsa koronayê û kapîtalîzm gefê li ser tendiristiya gel dixwe, em ji bo geşkirina piştevaniya jinê û têkoşînê hatine cem hev.

Li cîhanê û li Ewropayê bangên li mal bin tên kirin, tundiya li ser jinê û komkujiya li ser jinê ya bi deste mêr zêde bûye.

Çiqasî saziyên fermî yên dewletê li Spanya, Swêd, Italya, Elmanyayê radigihînin ku tundiya li ser jinê zêde bûye jî ti tevdîr nayên standin.

Piştevaniya Jinan a Ewropayê li dawiya daxuyaniyê çend xalên ku divê werin bi cih anîn li pey hev rêz kir.

Hin ji wan xalan:

*Bila ne jina ku tundî lê hatî kirin, mêrê ku tundî kirî ji mal were dûrxistin, cezayên weke girtinê, kelepçe û hwd. bidin wan.

*Li dijî tundiya mêr xweparastin, maf e. Jinên ku mafê xwe-parastinê bi cih anî divê neyên cezakirin.

*Bila dabeşkiria kar a kolektîf û wekhevî bi cih were.

Back to top button