Ciwan Mistafa: Ji bo kesên ji Şamê hatine rojane têst tên çêkirin

Tedbîrên ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa Coronayê dewam dikin. Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistafa diyar kir ku kesên ji Şamê hatine Qamişlo rojane test ji wan re tên çêkirin.

Li aliyekî din jî li Kobanê navendek din a çavdêriya tenduristiyê hat vekirin û bi vê re jimar bû 3 navend. Pêngavên Pakkirinê jî li seranserî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî jî dewam dikin.

 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî gelek tedbîrên pêwîst girtin da ku vîrûsa Coronayê li herêmê dernekeve.

Ji wan jî biryara nederketina derve ku ji 23’yê Adara derbasbûyî ve hatiye standin û girtina hemû sînoran.

Lê belê xemsariya hikumeta Şamê û dewamkirina rêwîtiyên bi balafiran ên ji bo bajarê Qamişlo, rewş aloz kir.

Di hefteyekê de 3 seferên asîmanî ji balafirgeha Şamê ji bo balafirgeha Qamişlo pêk hatin.

Li ser wê yekê Şaneya Aloziyê destwerdan kir û testên pêwîst çêkirin.

Piştre wek tedbîreke awarte ew kesên hatî xistin navendeke çavdêriya tenduristiyê.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistafa diyar kir ku tevî qedexeya derketinê jî, rêwîtiyên asîmanî tên birêxistinkirin.

Ji bo rêwiyên ku tên balafirgeha Qamişlo jî ew pirsgirêkeke cidî dibînin.

Ciwan Mistafa anî ziman ku kesên di bin kontrola tenduristiyê re derbas nebûne ew kes xeteriyê li ser civakê çêdikin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistafa diyar kir ku ew rojane testan ji wan kesan re çêdikin da ku ji selametiya wan piştrast bibin.

Navendek din a çavdêriya tenduristiyê hat vekirin

Li aliyekî din jî rêxistina AVC bi hevkariya Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê navenda sêyemîn a çavdêriya tenduristiyê li Kobanê vekir.

Rêxistinê 50 text ji bo navendê, pêşkêşî Desteya Tenduristiyê kirin.

Her wiha 2 ambulans û alavên tenduristiyê jî pêşkêş kirin.

Ev navend li başûrê bajarê Kobanê li gundê Helencê ye.

Di navendê de, 4 bijîşk û 6 hemşîre dimînin.

Zirgan..Pêngavên pakkirinê dewam dikin

Her wiha pêngavên pakkirinê jî li seranserî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de li navçeya Zirganê Şaredariya Gel û tîmên komîteya Tenduristiyê, dest bi xebatên paqijkirin û teqîmkirina kolanên navçeyê kir.

Hevserokê Şaeredariya Gel a navçeyê Xalid Oso da zanîn ku wê rojane kolanên navçeyê bên paqijbikin.

Back to top button