Qamişlo..Komîteya Zemhêriyê kel û pelên dembûrî şewitandin

Li Kantona Qamişlo Komîteya Zimhêrê, ji bo madeyên xwarinê yên dembûrî li nava bazaran geriyan. Komîteyê li Qamişlo, Tirbespiyê û Dirbêsiyê miktarek ji madeyên dema wan derbasbûyî girtin û şewitandin.

Endamên Rêveberiya Komîteyê diyar kir ku ji bo selametiya şêniyan ewê xebatên xwe bidomînin.

 

Îro Komîteya Zimhêrê ya Herêma Cizîrê gerên xwe li ser dikanên ku qedexeya derketinê li ser wan ne derbasdar e, pêk anîn.

Di gera li bajarê Qamişlo de madeyên xwarinê yên demborî ji dikanan hatin girtin.

Ev made bi amadebûna endamên meclisê û Rêberên Pêjiyan ya bajarê Qamişlo hatin şewtandin.

Endamê Komîtê destnîşankir ku wê gerê wan dewam be û heta ji dest wan bê wê nahêlin zirar bigihê gel.

Li navçeya Tirbespiyê jî Komîteya Zimhêrê li ser kar bû.

Di gera Komîteya Zimhêrê ya li nava bazar, madeyên demborî hatin girtin.

Piştre bi amadebûna endamên meclisa navçeyê û Serdozgeriya Giştî hatin şewitandin.

Endamê rêveber ê Komîteya Zimhêrê Xalid Abdulqadir Xelef destnîşan kir ku komîte gerên ji bo disîplînkirina biha û desteserkirina madeyên demborî didomîne.

Komîteyta Zimhêrê ya navçeya Dirbêsiyê jî vê sibehê, miqdareke madeyên demborî şewitand.

Madeyên demborî ji vexwarinên gazê û hin madeyên xwarinê pêk dihatin.

Back to top button