Li gor Çavdêriya Sûrî, li herêmên hikumeta Şamê 42 kes bi Coronayê ketine

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku hejmara rewşên bi vîrûsa Coronayê li herêmên jêr kontrola Hikumeta Şamê ji yên ragihandî, bêhtir in.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ku wê jî xwe spartiye çavkaniyên tenduristiyê li herêmên jêr kontrola hikumeta Şamê, hejmara kesên li van herêman 42 kes in.

Çavdêriyê destnîşan kir ku ev rewşên bi vîrûsê li parêzgehên Şam, Heleb, Lazqiyê, Tertûs, Humis, Hema û Deraa ne.

Her wiha Çavdêriyê diyar kir ku niha 410 kes li herêmên navborî di bin çavdêriya tenduristiyê de ne û heta niha 180 kes ji wan rehet bûne.

Duh jî wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku 6 rewşên nû yên bi vîrûsê li herêmên wê hatin tomarkirin.

Li gorî heman wezaretê heta niha li herêmên hikumeta Şamê 25 kes bi vîrûsê ketine.

2 ji wan mirine û 5 rewş jî ji vîrûsê rehet bûne.

Back to top button