Vîrûsa Corona..Li Iraq û Başûrê Kurdistanê, 34 kes bi vîrûsê ketin

Bi belavbûna zêde ya vîrûsa Coronayê re, ku li seranserî cîhanê bêhtirî 114 hezar kes bûne qurbanên wê, li Kurdistanê jî rojane jimarên nexweş û qurbanan tên tomarkirin. Li Iraq û Başûrê Kurdistanê di 24 saetên dawî de 34 kesên nû bi vîrûsê ketine. Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî, muxalefet bi guman li bîlançoyên hikumetê dinêre û dibîne ku jimara rast gelekî bilind e. 

Rêveberê Tenduristiya Hewlêrê D. Dilovan Mihemed ragihand ku, 11 kes ji vîrûsê rehet bûne û bi vê yekê li Hewlêrê 52 kes heya niha baş bûne.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê jî ragihand ku, di 24 saetên dawî de 34 kesên din li seranserî welêt bi Coronayê ketine û 4 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, li Iraqê heya niha jimara nexweşên vîrûsê bû hezar û 352 û ya miriyan bû 76.

Vîrûsa Corona..10 hezar gorên nû li tehranê tên amadekirin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî, li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, heya niha 71 hezar kes bi Corona ketine, ji wan 4 hezar û 474 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Lê bîlançoyên fermî yên rejîma Îranê, rastî gumanên mezin tên.

Berpirsine Îranî ji radyoya Ferda ya Amerîkî ku bi Farisî weşanê dike re ragihand ku, jimara qurbanên vîrûsê li 31 parêzgehên Îranê bêhtirî 10 hezaran e.

Hefteya borî jî, rêxistina Mucahidî Xelq eşkere kiribû ku, bêhtirî 9 hezar kes li Îranê ji ber Coronayê mirine.

Di demeke wiha de, alîkarê parêzgarê Tehranê Mucteba Yezdanî teqez kir ku, 10 hezar gorên nû ji bo qurbanên Corona, li goristana Bihuşt Zehra ya Tehranê tên amadekirin.

Back to top button