TEV-DEM: Rewşa Rêber Ocalan û girtiyên siyasî, cihê fikaran e

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)ê diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya Rêber Ocalan piştî hat eşkerekirin ku hin kes di girtîgehan de bi vîrûsê ketine û hin jî mirine, cihê fikarê ye. TEV-DEMê anî ziman ku dewleta Tirk, pîvanên navneteweyî binpê dike û bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku berê xwe bidin rewşa girtîgehên li Tirkiyê. 

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê bal kişand ser kirinên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî, nemaze Rêber Ocalan û ragihand ku “vîrusa Corona di girtîgehên dewleta Tirk de, belav bûye û rewşa Rêber Ocalan cihê fikaran e” .

TEV-DEM’ê got:

Piştî hejmara kesên mirî û pêketî di girtîgehên dewleta Tirk de hate eşkerekirin, rewşa Rêber Ocalan fikaran ji mirov re çêdike, ku dewleta Tirk li dijî girtiyên siyasî, nexasim li dijî rêber Ocalan hîna zêdetir kirinên hovane dide meşandin.

TEV-DEM’ê diyar kir ku AKP-MHP’ê di vê demê de zehmetiyan dikişîne, lê hîna jî siyaseta xwe ya faşîst dewam dike, îsbata vê yekê jî nêzîkatiyên dewleta Tirk ji dosyaya girtiyên siyasî re ye.

TEV-DEM’ê her wiha eşkere kir ku “redkirina serdan û hevdîtina bi Rêber Ocalan re di vê demê de, hîn zêdetir bala civaka Kurd dikişîne ser grava Îmraliyê, nexasim ku herî dawî dewleta Tirk li dijî şehîd cenazeyê Egîd Îpek kirinên dermirovî pêk anîn”.

TEV- DEM’ê got:

Di vê demê de, civaka navneteweyî bi vîrûsa Corona ve mijûl e, lê dewleta Tirk kirinên xwe yên dermirovî zêde kirine û dixwaze dîsa derbeyekê li vîna gelên têkoşer bixe.”

TEV-DEMê, di dawiyê de bang li rêxistinên mirovî kir ku “rewşa girtiyan di ber çavan re derbas bikin û li dijî kirinên dewleta Tirk li Grava Îmraliyê û bi girtiyên siyasî re, bi berpirsyariya xwe rabin”.

Back to top button