Hêzên rejîma Sûrî, gundewarê Başûrê Idlibê topbaran kir

Hêzên rejîma Sûrî bi çekên giran bajarokên başûr gundewarê Idlibê kirin armanc.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku “danê vê sibehê, hêzên rejîmê bajarokên el-Bare, Ftêra û Sûfhin bomebaran kirin.

Çavdêriyê her wiha da zanîn ku dronên Rûsî li asmanê Idlibê bê navber digerin.

Girêdayî mijarê, Şemiya borî, rejîma Sûrî deverên Ftêra li Cebel el-Zawiyê, kiribûn armanc.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, di encama mûşeke rejîmê de, sivîlek li rojavayê gundewarê Helebê hat kuştin.

Back to top button