Malbatên girtiyan: Di hundirê qanûna înfazê de, kîn û neyartî heye

Bi derxistna qanûna înfazê re, li ser girtiyên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi taybet girtiyên siyasî, fikar zêde dibin û bangên ji bo berdana wan jî berdewam in. Di vî warî de, malbatên girtiyan diyar kir ku “di hundirê qanûna înfazê de, kîn û neyartî heye”. 

Malbatên girtiyan, bertek nîşanî pêşnûmeya înfazê ya li Meclisê tê nîqaşkirin, da û diyar kirin ku “di hundirê qanûna înfazê de kîn û neyartî heye”.

Malbatan gotin:

“Em ditirsin ku vîrûs bikeve girtîgehan. Rojek, berî ya din divê girtîgeh bên valekirin.”

Ne tenê qanûna neadil, di vê dema metirsîdar de, girtiyên nexweş jî nayên berdan.

Girtiyê nexweşiya wî giran, Sabrî Kaya yê di 20 rojan de, 7 caran rakirin nexweşxanê û 3 caran kirin beşa lezgîn, bernadin.

Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a (ÎHD) Parêzer Îlhan Ongor jî, diyar kir ku “ne pêkan e Kaya di girtîgehê de bimîne û got:

“Niha têkoşîna jiyan û mirinê dide, ji bo parastina jiyana Kaya, divê demildest cezayê wî bê rawestandin û were berdan.”

Back to top button