Malbatên Şehîdan ên herêma Firatê, awayê radestkirinê şermezar kir

Hovîtiya dewleta tirk a dagirker ya li dijî cenazeyê gerîlayê HPG’ê Egîd Îpek li bakur û rohilatê Sûrî jî rastî bertekên tund hatin.

Meclisa balbatên Şehîdan yên li herêmên bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyên cuda, ev kiryar bi dundî şermezrkirin û gotin: Ev hovîtî exlaqê partiya faşîst ya AKP’ê nîşan dide.

10’ê Nîsanê dagirkeriya dewleta tirk cenazeyê gerîlayê HPG’ê Egîd Îpek xistibûn qutiyekê û ji malbata wî re şandibûn.

Ji wê rojê ve bertekên li dijî bêexlaqiya hikumeta AKP’ê her ku diçe zêde dibe.

Îro jî li seranserê herêmên bakur û rojhilatê Sûrî Meclisên Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyên cuda bertek nîşanî vê hovîtiyê dan.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta Tirk ên der heqê cenazeyên şehîdan de û şêwazê şandina cenazeyê şehîd Egîd Îpek ji malbata wî re, şermzar kir.

Meclisê bang li hemû têkoşer, sazî û komeleyan kir ku di oxira parastina civaka exlaqî de, têbikoşin.

Malbatên Şehîdan ên herêma Firatê, dewleta Tirk hemû nirxên mirovahiyê bipê dike

Meclisa malbatên şehîdan a herêma Efrîn jî diyar kir ku şêwazê şandina cenazeyê gerîlayê HPG’ê hemû nirxên mirovahiyê û zagonên navdewletî binpê dike.

Meclisê bêdengiya welatên cihanê li hemberî vê yekê jî weke piştevaniya bi dewleta tirk re binav kirin.

Meclisê ji dayika şehîd Egîd re gotin ew hemû dayik û bavên şehîd Egîd in û zarokên wan dê di eniyên şer de çeka wî rakin.

Saziya Malbatên Şehîdan a Tebqayê bang li Civaka Navdewletî kir ku kiryarên dewleta Tirk şermezar bikin

Bi heman armancê saziya malbatên şehîdan a Tebqayê daxuyaniek da û hovitiya dewleta tirk a faşîst şermezar kir.

Meclisê bang li civaka navneteweyî dikin ku kiryarên dermirovî û sûcdariyê yên dewleta Tirk şermezar bikin.

Saziya Malbatên Şehîdan a Dêra Zorê: dewleta Tirk li dijî azadiya gelan e

Meclisa Malbaên Şehîdan a Dêra Zorê jî kiryarên desthilatên Tirkiyê li dijî şehîdan şermezar kir û diyar kir ku dewaleta Tirk hê jî li dijî azadiya gelan e.

Meclisê diyar kir ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî şêniyan koçber dike û demografiyê diguher.

Back to top button