Li Deryaya Spî..keştiyeke ku 260 penaber hildigirt, wenda bû

Li peravên Maltayê, keştiyeke ku 260 penaber tê de bûn, winda bû û heta niha ti agahî der barê wê de tune ne. 

Ajansa Frontex, vê sibehê ragihand ku wê YE balafirekê ji bo lêgerîna li windahiyan bişîne.

Berî niha jî hat ragihandin, ku yek ji 4 keştiyan noq bûye, lê rayedar ji bo vê yekê neketin nava tevgerê.

Heya niha, rayedarên Malta û yekîneyên ewlekariya peravî yên Îtalyayê, ti agahî têkildarî keştiyê nedane.

Komîseriya Bilind a Penaberan a NY ya li Îtalyayê, da xuyakirin, “ew bi tirs in ku keştî noqî avê bûbe û heta niha ti agahî ji rayedaran derneketiye”.

Back to top button