Nesrîn Botan: Rola huner û hunermendan di vê pêvajoya girîng de pir pîroz e

Hevseroka Tevgera Çand û Hunerê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nesrîn Botan, derbarê rola çandê ya di nava civakê de û bandora wê li ser mirovên herêmê nirxandin kir û dibêje ku ‘Rola huner û hunermendan di vê pêvajoya girîng û hesas de pir pîroz e û hişyariyeke mezin dide civakê, îro em di ber civaka xwe de berpirsyar in.

Tevgera Çand û Hunerê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di nava rewşên herî zehmet de xebatên xwe dewam dike.

Di rewşên şer û êrîşan de xwedî rolên pêşeng bû û bi derxistina stranên şoreşê hestên civakê her geş kir.

Her wiha di vê rewşa derketina nexweşiya Vîrûsa Koronayê, Tevgera Çandê dîsa bi huner û şîretên xwe dilê gel rehet dike û rewşeke dûrî tirsê dide avakirin.

Têkildarî mijarê Hevseroka Tevgera Çand û Hunerê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nesrîn Botan, rola çandê ya di nava civakê de û bandora wê li ser welatiyên herêmê nirxand û got:

Rola huner û hunermendan di vê pêvajoya girîng û hesas de pir pîroz e û hişyariyeke mezin dide civakê.

Hunermend bi rêya staranên xwe hestên xwe tînin ziman û bi nivîs, tablo, şanoyên xwe civakê hişyar dikin.

Civak û hunermend bi hev re girêdayîne û baweriya gel bi hunermendan heye.

Nesrîn diyar kir ku biryarên Rêveberiya Xweser ên ji bo nexweşiya Vîrûsa Koronayê baş bû û got:

Ji bo Vîrûsa Koronayê li herêma me dernekeve, biryarên Rêveberiya Xweser di cih de ne.

Em jî weke hunermend bi rêklamên biçûk, bi şanoyên ku gel baldar bikin tevlî vê pêvajoyê, bûn.

Nesrîn Botan: Sîstemên desthilatdar naxwazin jin bi çandê re bijî

Nesrîn Botan dawiyê got:

Ji dîrokê heta niha, dijminatî ji aliyê sîstemên desthilatdar ve li ser çanda jin tê kirin.

Em dikarin bêjin sîstemên desthilatdar naxwazin jin bi çandê re bijî, têkoşîna jin ji bo çand û hunera xwe, kesayeta jina azad diafirîne.

Back to top button