Newroz Uysal: Li Îmraliyê 21 sal e bêhiqûqî berdewam dike

Parêzer Newroz Uysal, di pêvajoya vîrusa koronayê de tecrîda ku li ser Rêber Abdullah Ocalan dewam dike nirxand û ev titş anî ziman:
Ji ber ku em nikarin li Îmraliyê hevdîtinê pêk-bînin em nikarin agahiyan jî bigirin.
Bêhiqûqî 21 sale li Îmraliyê bi heman awayî dewam dike. Ne mafên girtiyan qanûnî hat nasîn û ne jî mafê axaftina bi telefonê dan.

Bûroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo bi mûwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin, serlêdanên ku kiribûn ji aliyê dozger ve hatibûn redkirin.

Dozger, daxwaza hevdîtina bi telefonê jî bi hinceta 6 meh cezayê disîplinê red kir.

Parêzera Rêber Ocalan Newroz Uysal rewşa li Îmraliyê û xeteriya vîrusa corona ya li ser Îmraliyê nirxandin.

Newroz, anî ziman ku bi tecrîda 21 salin tê meşandin re ti temînata tendûristî, başkrina şertên fizîkî li Îmraliyê tûne ye û wiha got:

Vîrûsa koronayê bi mehan e di rojevê de ye. Ji aliyê zanistên navneteweyî ve jî hat gotin ku ev vîrûs ji bo girtîgehan xeter e.

Dewletên navneteweyî mecbur man polîtîkaya cezadayînê bigûherînin.

Di encamê de biryara mafê jiyan û tendûristiyê hat dayîn. Li gelek dewletan tahliye hatin kirin. Lê belê di girtîgeha Îmralî û girtîgehên Tirkiyê de tahliye pêk ne-hatin.

Newroz, wiha behsa tendûristiya Rêber Ocalan kir.

Heta niha me tu agahî ne-girtine ku li girtîgehê tedbîr hatine girtin an na, Tu carî bersivê nadin serlêdanên me.

Îro ji ber vîrûsa koronayê li gor temen, xeterî mezintir dibe. Em nizanin ku nexweşiyên kronîk yên Birêz Ocalan hene an na.

Me tu carî raporên tendûristiyê yên derbarê Rêber Ocalan de nedîtin û negihatştin destên me.

Birêz Ocalan ji ber ku demeke dirêje di girtîgehê de ye ji ber temenê wî me kampayaya azadiyê da meşandin.

Di pêvajoya belavbûna vîrusê de me 2 serlêdan kirin, lê herdû jî nehataine qebûlkirin.

Dema yekem a belavbuna vîrusê li Tirkiyê hat aşkerakirin serlêdana hevdîtina lezgîn kir û me got bila alavên paqijiyê bên dayîn.

Me anî ziman ku demên hewa-girtinê jî bên gûherandin û dirêjkirin. Lê belê em nizanin ku ev bi cih tên an na.

Me di serlêdana xwe de got, mafê telefonê bidin mûwekîlên me jî lê qebûl nekirin.

Mixabin bêhiqûqiya 21 salan, îro li Îmraliyê bi heman awayî dewam dike.

Dewlet bi awayekî kêyfî tevdigerin û bêqûqiyê dikin.

Di pêvajoyek bi vî rengî de divê bala her kesî li ser Îmraliyê be.

Back to top button