
Danişîna doza Adnan Bilen a bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye” hatibû vekirin hat dîtin.
Dozger jî ji bo Bilen ceza xwest.
Danişîna doza Rojnameger Adnan Bîlen îro li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin.
Dozger bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye” doz li Bîlen vekiribû û ceza xwest.
Di danişînê de parêzer Haşem Baygumuş parastin kir û anî ziman ku Bîlen ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî tê darizandin.
Dozger jî idîa kir ku di van parvekirinan de tundî û gef xwariye û pesn daye.
Dozger bi îdîaya Bilen “Propaganda rêxistinê kiriye” xwest bê cezakirin.
Şandeya dadgehê ji bo daxwaza dozger binirxîne, danişîna dozê taloqî 11’ê Kanûnê kir.