Li Idlibê Çeteyan rê li ber dewriyeyên hevbeş digirin

Li Idlibê êdî çeteyên dewleta Tirk a dagirker dibin bela serê wê. Li dijî pêkanîna dewriyeyên hevbeş ên dewleta Tirk û Rûsyayê li Idlibê, çeteyên dewleta Tirk bertekan nîşan didin û rê nadin ku ev dewriye pêk bên.

Li aliyekî din tevî agirbesta Puitn-Erodgan, hêzên rejîmê bajarokên başûrê Idlibê topbaran kirin.

 

Çeteyên ku bi destê xwe dewleta Tirk a dagirker xistin hembêza xwe, niha ji dagirkeriyê re dibêjin ji vir derkevin.

Ev çeteyên dewleta Tirk ên li Idlibê, êdî bûne bela serê wê.

Piştî lihevkirina Putin-Erdogan a li Moskoyê, hat plankirin ku dewriyeyên hevbeş ên Rûsî-Tirkî li ser riya M4 a navdewletî li Idlibê pêk bên.

Lê ev yek ne bi dilê çeteyên dewleta Tirk bû û ji 15’ê Adara borî ve, ev çete li ser riya M4 konên şermezarkirinê vedane.

Ji bo pêkanîna dewriyeya hevbeş dewleta Tirk êrîşî çeteyên li ser rê kir û çalakiyên wan ên şermezarkirin belawela kirin.

Di encamê de pevçûn di navbera çeteyên dewleta Tirk û artêşa wê de derket.

Hêjayî gotinê ye ku beriya niha ji ber êrîşên van çeteyan gelek caran dewriyeyên hevbeş ên Rûsî-Tirk li Idlibê hatin rawestandin û kurtkirin.

Her wiha gelek caran dewleta Tirk bi tena serê xwe dewriye pêk anîbûn.

5’ê Adara borî û piştî kuştina bi dehan leşkerên dewleta Tirk, derbarê Idlibê de serokê Rûsyayê Viladîmir Puitn û serokkomarê Tirkiyê Erdogan lihevkirinek pêk anîn.

Ji xalên lihevkirinê ragihandina agirbestekê û pêkanîna dewriyeyên hevbeş li Idlibê.

Back to top button