Li Iraq û başûrê Kurdistanê pêla belavbûna vîrûsê dewam dike

Li Başûrê Kurdistan û li giştî Iraqê hê jî metirsiya belavbûna vîrûsa Coronayê maye, di vê çarçoveyê de Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê, banga rakirina ambargoya li ser wargehê kir. Li Îranê jî ku xwe di rêza 8’emîn ya asta belavbûna vîrûsê li cîhanê digire, heya niha nêzî 75 hezar kes bi vîrûsê ketine, tenduristiya Îranê jî dibêje dibe ku vîrûs heya zivistana bê bimîne û 10 ji sedî ji gel pê bikevin.

Li Başûrê Kurdistan û Iraqê bi giştî pêla belavbûna vîrûsa Coronayê hê jî dewam dike.

Li giştî Başûrê Kurdisatnê heya niha herî kêm 330 kes bi vîrûsê ketine û 4 kes mirine û derdora 156 kes ji nexweşiyê baş bûne.

Her wiha li gorî daneyên dawî jî, heya niha li giştî Iraqê, nêzî hezar û 400 kes bi vîrûsê ketine û 76 kes jî pê mirine.

Wargeha Mexmûrê: Divê ambargo rabe û hikûmeta başûr lêborînê bixwaze

Bi derketina vîrûsa Coroanyê re, Wargeha Penaberan ya Mexmûrê ku ev 271 roj e di amborgoyekê de metirsiyek mezin li cem şêniyên wargehê çêdike.

Bi taybet pêwîstiyên weke derman bi zorê têne peydakirin û Hikumeta Başûrê Kurdistanê jî nahêle ti alîkarî bikeve nava wargehê.

Îro jî, Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê, bi daxuyaniyek çapemeniyê banga rakirina ambargoya li ser wargehê kir û got ku divê hikûmeta Başûr lêborînê ji gelê Kurd bixwaze.

Îran: Dibe ku vîrûs heya zivistana bê bimîne û 10% ji gel pê bikevin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî, heya niha zêdeyî 73 hezar kes bi vîrûsê ketine û zêdeyî 4 hezar û 500 kes jî mirine.

Wezareta Tendursitiyê ya Îranê, îro ragihand ku tê payîn vîrûsa Corona herî kêm heya zivistana bê bimîne û dibe ku 10 ji sedî ji Îraniyan bi vîrûsê bikivin û di rewşa herî xirab de wê 15 ji sedî pê bikivin.

Wezareta Tendursitiyê hêvî kir ku di heftiyên bê de asta belavbûna vîrûsa Coronayê li welêt kontrol bikin.

Îran: Divê banka navdewletî rewşa mirovî li Îranê ber çavan derbas bike

Her wiha têkildarî daxwaza Îranê ya pereyan ji Banka Navdewletî ya girêdayî Netewên Yekbûyî, Berdevkê Hikûmeta Îranê, Elî Rebîeî, daxuyaniyek da û got:

“Ne mafê Amerîkayê ye ku vîtoyê dijî biryarên Banka Navdewletî bi kar bîne, divê Amerîka fêm bike ku ev bank ne milkê wê ye.

Berdevkê Hikûmeta Îranê hêviya kir ku Banka Navdewletî rewşa mirovî li Îranê ber çavan derbas bike û biryara dayîna qertekeî ji Îranê re bi awayekî serbixwe bigire.

Back to top button