Vîrûsa Corona rojane dawiyê li jiyana bi hezaran kesî tîne

Vîrûsa corona ku li 185 welatên cîhanê belav bûye, rojane dawiyê li jiyana bi hezaran kesî tîne. Li Cîhanê jimara kesên bi vîrûsê ketine, nêzî 2 milyonan dibe û jimara miriyan jî 115 hezar derbas kiriye.

Amerîka ku bi hezaran qurbanî dane, xuya ye ku xwe ji bo dayîna gelek qurbaniyên din amade dike. Li jêder vîrûsê Çînê û bi taybet Wohanê jiyan, hêdî hêdî asayî dibe.

 

Amerîka xwe ji bo dayîna gelek qurbaniyan amade dike

Vîrûsa corona bandora xwe ya li ser welatên cîhanê û di hemû warên jiyanê de didomîne.

Di rêzên destpêkê yên jimara kesên bi vîrûsê dikevin û qurbaniyan dayîn de, hîna jî Amerîka, Îtalya û Spanya cih digrin.

Vîrûsê êdî xwe li Amerîka bi cih kiriye û ew ji xwe re kiriye navend.

Li welat bi hezaran qurbanî hatine dayîn û li gorî tê xuyakirin ew xwe ji bîlançoyeke hîn girntir re amade dikin.

Ji bo parastina cenazeyan, erebeyên taybet ên cemdandinê ku tê de cenaze tê girtin, tên amadekirin.

Navenda Pêşengehan bûye nexweşxaneya meydanî

Her wiha ji ber zêdebûna jimara kesên bi vîrûsê dikevin, nexweşxane êdî nikarin bibin bersiv.

Ji bo wê jî cihên din dikin weke nexweşxane.

Ev dîmen jî yê navenda pêşengehan a bajarê li New Orleans e ku veguheriye nexweşxaneyeke meydanî.

Li Îtalya di şahiyê de tenê hunermend hazir bû

Ewropa jî hîna ji ber belavbûna vîrûsê û dayîna bi dehhezaran qurbaniyan, dinale.

Yek ji welatên ku herî zêde qurbanî dane, jî Îtalya ye.

Li Mîlano hunermendê bi nav û deng Andrea Bocelli, bi tena xwe û bê ku girseyek kom bibe, şahiyek ji bo cenja Paskalya çêkir.

Lê belê ev şahî li ser internetê hat weşandin û bi hezaran kesê li malên xwe, lê temaşe kir.

Karker vegeriyan kar

Li Spanya jî rewş hemane.

Li Paytext Medrîdê tedbîrên hiştina mesafeyê di navbera kesan de bi dawî bûn.

Ji bo wê îro hin karkarên avakirinê û pişesaziyê vegeriyan karên xwe û dest bi xebata xwe kirin.

Wohan ji kabûsa Corona xilas bûye

Li cihê ku vîrûs lê derketî û cihanê belav bûyî rewş ber bi aramiyê ve diçe.

Li Wuhana Çînê xelk jiyana xwe ya rojane normal derbas dikin û dadikevin parakan.

Bi hezaran Çînî herikîn herêma çiyayî

Ne tenê Wohan li herêma Çiyayê howanşgan ê kantona Anhoy, ji bo bihinvedanê, bi hezaran kes derketin û berê xwe dan serê Çiyê.

Back to top button