Li gor Çavdêriya Sûrî, Li Girê Spî 4 rewşên bi vîrûsê hatin tomarkirin

Di wextekê de hemû cîhan hewl dide pêşî li vîrûsa Corona bigire, dewleta Tirk hewl dide li herêmên dagirkirî vîrûsê, belav bike. Li bajarê Girê Spî 3 rewşên bi vîrûsê hatin tomarkirin. Her wiha Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov jî piştrast kir ku dewleta Tirk nexweşiyên bi vîrûsê ji Tirkiyê vediguhêze herêmên weke Serê Kaniyê û Girê Spî yên dagirkirî.

Di wextekê de hemû çîhan hewl dide pêşîligirtina vîrûsa corona bigire, dewleta Tirk ev nexweşî wekî amûrekî ji bo mayîndekirina dagirkeriya xwe bikar tîne.

Çavdêriya Sûrî ya Maêfn Mirovan ragihand ku çeteyekî dewleta Tirk li Girê Spî bi vêrûsa Coronayê ket, her wiha hevalên wî jî xistin Karantînayê.

Navedê piştrast kir ku di nav seatên dawî de hin rewşên di nav çeteyan de Hatin gumankirin, di nav de çeteyek û du sivîl ji bajaroka Silokê yê Girê Spî ne..

Li gorî çavkaniyên Çavdêriyê, li heman herêmê 4 rewşên bi vîrûsê yên piştrast hene.

Her wiha 3 rewşên bi vîrûsê ketene jî hene û li dibistana Zêneb ya bajêr di bin çavdêriyê de ne.

”Dewleta tirk nexweşan dişîne serê kaniyê”

Navendê diyar kir ku Dewleta Tirk hewl dide Vîrûsê bi riya şandina naxweşiyan ber bi herêmê dagirkirî weke Serêkaniyê û Girê Spî veguhêzîne.

Li gorî agahayan nexwaş ji Tirkiyê vediguhêzin nexwaşxaniya Roj a Serê Kaniyê.

Back to top button