WHO: Hejmara kesên rehet dibin nayê wateya têkçûna xeteriyê

Bi belvabûna bi lez a vîrûsa Coronayê re, Rêxistina tenduristiyê ya Cîhanî hişyariya da û tekez kir ku hejmara kesên jê rehet dibin nayê wateya têkçûna xeteriyê.

 

Rêxistina tenduristiyê ya Cîhanî diyar kir ku vîrûsa Corona bi deh qatan ji vîrûsa şewba “H1N1” ku sala 2009’an li Meksîkayê derketibû, xerabtir e.

Birêveberê Rêxistinê Tedros Adhanom di kongreyeke çapemeniyê de li Cinêvê, diyar kir ku daneyên têkildarî vîrûsê ku hatin komkirin awayê belavbûna vîrûsê û rêgirtina li ber wê baştir zelal dikin.

WHO: Heta derziyek neyê vedîtin ti çareserî ne pêkan e

Tedros Adhanom destnîşan kir ku eger ne bi dîtina derziyekê be, wê her çareserî ji bo vîrûsê ne pêkan bin.

Her wiha Adhanom hişyarî da ku hijmara kesên ji vîrûsê rehet dibin nayê wateya têkçûna xeteriyê û divê li cîhanê qedexeya derketina derve hêdî hêdî bê rakirin.

Li tevahiya cîhanê nêzî 2 melyon kes bi vîrûsê ketine

Vîrûsa corona ku li 185 welatên cîhanê belav bûye, rojane dawiyê li jiyana bi hezaran kesî tîne.

Heya niha li tevahiya cîhanê nêzî 2 milyon kes bi vîrûsê ketine û derdora 120 hezar kes jî mirine.

Li Amerîkayê jî ku di asta yekemîn ya belavbûna vîrûsê de ye, heya niha derdora 600 hezar kes bi vîrûsê ketine û nêzî 25 hezar kes jî mirine.

Back to top button