li Iraqê pêla belavbûna vîrûsê dewam e

Li Iraq di nav 24 saetên dawî de 26 rewşên bi vîrusa Coronayê ketine hatin tomarkirin, 2 kesên nexweş jî jiyana xwe ji dest dan.

Li Iraqê bi giştî pêla belavbûna vîrûsa Coronayê hê jî dewam dike.

Li giştî Başûrê Kurdisatnê heya niha herî kêm 330 kes bi vîrûsê ketine û 4 kes mirine û derdora 156 kes ji nexweşiyê baş bûne.

Her wiha li gorî daneyên dawî jî, heya niha li giştî Iraqê, nêzî hezar û 400 kes bi vîrûsê ketine û 78 kes jî pê mirine.

Back to top button