Vîrûsa Corona..Rewşa 2 kesên ji Şamê vegeriyane, biguman e

Di nava rêwiyên ku ji Şamê gihaştin bajarê Qamişlo de, 2 rewşên bi gumana vîrûsa Coronayê hene.

12’ê mehê, beşeke din a rêwiyan ji Şamê vegeriya Qamişloyê.

Şaneya Aloziyê, test ji 28 kesan re çêkir û da zanîn ku rewşa 2 kesan bi guman e.

Herdu kes û 3 kesên ku nexweşiyên giran bi wan re hene, derbasî navenda çavdêriya tendurstiyê bûn.

Xebatkarên tenduristiyê, rojane ji van kesan re testan çêdikin.

Tevî bangên Rêveberiya Xweser yên ji bo hikumeta Şamê jî, ev 4 car in ku rêwî ji Şamê ber bi herêmê ve tên şandin.

Back to top button