Artêşa niştimanî ya Lîbî 2 dronên Tirkî anîn xwarê

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku “wan 2 dronên Tirkî li başûr û başûr rojavayê Terablusa paytext anîn xwarê”. Li gorî ragihandina şer a Artêşê, parastina asmanî, berî herdu dron bigihêjin armancên xwe, bê bandor kirin. 

Drona yekem, ku ji balafirgeha Miêtîqayê derketibû, li başûrê Terablusê hat xwarê.

Ya duyem jî, li baregeha el-Wetîya ya leşkerî li başûr-rojavayê paytextê hat xistin.

Erdogan bûye bavê çeteyan li her derê û taybet li Lîbyayê

Ji aliyê xwe ve jî, Wezareta Derve ya Hikumeta Lîbyayê ya Demkî, daxuyaniyek bi navê “Peyamek ji bo Gelên Tirkiyê” weşand.

Tê de, wezaretê ragihand ku “Erdogan bûye bavê çeteyan li giştî herêmê û bi taybet li Lîbyayê” û got:

“Erdogan, ji ber çavnebariya xwe, zarokên we tevlî şerekî ne qanûnî dike û mil bi mil bi terorîstan re ne”.

Di daxuyaniyê de, Wezareta Lîbî bang li hemû gelên Tirkiyê kir, di nav de partiyên muxalif û navgînên ragihandinê yên serbixwe, ku “welat ji destê vî dîktatrorî xelas bikin”.

Back to top button