Ehmed El-Mismarî: Çeteyekî “Pêşmergeyên Roj” li Lîbyayê hat girtin

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî diyar kir ku “çeteyekî dewleta Tirk ku ji hêzên bi navê “Pêşmergeyên Roj” e, li Lîbyayê hate girtin”. Der barê heman mijarê de, parlamenterê (YNK) Serko Gelalî banga hilweşandina “Pêşmergeyên Roj” li hukumeta Başûrê Kurdistanê kir û jê xwest ku helwesta xwe der barê vê yekê de bîne ziman. 

Duh, Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî, di kongreyeke çapemeniyê de, ev çete weke çeteyekî dewleta Tirk li Lîbyayê da nasîn.

Li gorî Mismarî, çeteyê bi navê “Şakir Ferman Salih Bonciq Hîrfekê” beşdarî hêzên baregeha leşkerî ya artêşa Tirk a li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê bûbû ya li jêr navê “Pêşmergeyên Roj” û ji aliyê koma “Gurên Gewir” ya Tirkiyê ve hatiye perwerdekirin.

Ji aliyê xwe ve jî, Birêveberê Gerînendeya Perspektîva Manewî Xalid Mehcûb teqez kir ku “wan 7 çeteyên Sûrî yên dewleta Tirk di operasyonekê li Bû Selîm de girtiye, Hîrfekê jî di nav wan de bû.

Parlamenterê YNK Serko gelalî: Divê “Pêşmergeyên Roj” werin hilweşandin

Der barê mijarê de, Parlamenterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Serko Azad Gelalî bang li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê kir ku pêşmergeyên bi navê “Pêşmergeyên Roj” hilweşîne.

Serko Azad destnîşan kir ku ji ber “Pêşmergeyên Roj”, êdîpêşmerge bi “Çete” tên binavkirin û ji hikumetê xwest li ser mijarê daxuyaniyê bide.

Komên ku navê “Pêşmergeyên Roj” ji bo li dijî destkeftiyên gelê Rojava bêne bikaranîn, ji aliyê dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin û di baregehên Başûrê Kurdistanê de dimînin.

Berî niha, van koman diyar kiribû, ku 6 komên wan li Efrînê şer dikin.

Back to top button