Li Reqayê, komgorek nû hat dîtin û tê de 200 term hene

Tîmên destwerdana destpêkê, duh li girê Zêdan ê gundê Semra li Rojhilatê Reqayê goreke komî ku 200 term tê de bûn, dîtin. 

Tîmên destwerdanê, 6 term ji gorê derxistin, piraniyan wan jî yên mêran bûn.

Heta niha, tîmê 25 gor li Reqayê dîtine û 5 hezar û 780 term derxistine.

Ev gorên komî jî yên serdema çeteyên DAIŞ’ê ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ku Cotmeha 2017’an bajarê Reqayê ji aliyê şervanên QSD’ê hat rizgarkirin.

Back to top button