”Em nizanin xwe ji vîrûsa Coronayê biparêzin an ji dagirkeriyê?”

Vîrûsa Coronayê bûye xeteriyek li ser mirovan û bi taybet koçberan, jinên Efrînê yên ku li kampa Berxwedan bi cih bûne li hember vîrûs û êrîşên dewleta tirk dibêjin: “Hemû cîhan ji bo Vîrûsa Korona di nav liv û tevgerê de ye, lê dewleta tirk jî her roj êrîşên xwe li ser me didomîne.

Ji ber Vîrosa Corona ku xetereriya xwe li ser tevahî cîhanê mezin bûye, ev bû demek Rêveberiya Xweser a Bakur biryara ne-derketina derve daye.

Li herêma Şehba ya dorpêçkirî gel astengiyan dikşîne, ji aliyekî ve vîrûs û ji aliyekî din ve êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê dewam dikin û li himber van gel li ber xwe dide.

Jinên ji herêma Efrînê yên ku di kampa Berxwedan a Şehbayê bi cih bûne nêrînên xwe anîn ziman.

Rêveberiya kampa Berxwedan Nesrîn Şeibo li ser tedbîr û tevgera gel a di hundirê kampê de axivî û got:

Ev bû demek Vîrûsa Korona li tevahî cîhanê belav bûye û bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dane.

Em weke Rêveberiya kampa Berxwedan li hember Vîrusa Korona me gelek tedbîr girtine û her 3 rojan carekê hemû bajar û kamp tên baqijkirin.

Heyva Sor a Kurd jî di despêka kampê de kesên ku derbasî kampê dibin bi cihazê germahiyê kontrol dikin û wiha derbasî kampê dibin.

Em bang dikin ku gelê me li hember vîrûsê parastina xwe û civaka xwe bikin.

Hacer Silêman jî bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û got:

Em weke gel li gor biryarên Rêveberiya Xweser tev digerin.

Hemû cîhan ji bo Vîrûsa Korona di nav liv û tevgerê de ye, lê dewleta tirk her roj êrîşên xwe li ser me didomîne.

Em nizanin xwe ji Vîrûsa Korona biparêzin ango ji êrîşên dewleta tirk û çeteyê wê? Divê saziyên mafê mirovan çavên xwe li hember êrîşên dewleta tirk vekin û rê li pêşiya êrîşan bigirin.

Back to top button