271 rojin ambargo li Wargeha Mexmûrê didome

Meclîsa Demokratîk a Gel ya Mexmûrê bi daxuyaniyekê bang li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir û diyar kir ku divê demildest ambargo bi dawî bibe, ji ber ku belavbûna vîrûsê rewşa heyî dixe nava zehmetiyan.

Bi belavbûna vîrûsa koronayê re metirsiyeke mezin li wargeha Mexmûrê çêbû.

Meclîsa Demokratîk a Gel ya Wargeha Mexmûrê, bi daxuyaniyekê xwestin ambargo bê bi dawîkirin.

Daxuyaniya Meclîsê wiha ye.

Tevahî raya giştî dizane ku bi pêşengiya PDK’ê, Hikûmeta Başûrê Kurdistanê dorpêç û ambargo daniye ser wargeha me.

Li gel zor û zehmetiyên penabertiyê, ev ambargo şert û mercên jiyanê li ser me girantir kirin û niha jî ji ber vîrûsa koronayê bi hezaran şêniyên wargehê di bin xetere de ye.

Ger ku hem-welatiyên me bi vîrûsê bikevin wê vîrûs di argehê de bi lez belav bibe, emê nikaribin pêşî lê bigrin û wê bibe sedeme keraseteke mirovî.

Dawiya daxuyaniyê bang li raya giştî hat kirin ku bêdeng nemînin û demildest ambargoya ser wargehê rakin.

Back to top button