Corona..Tedbîrên pêwîst ji herêma Bakur Rojhilatê Sûrî re tên girtin

 Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 navendên çavdêriya tenduristiyê li Dirbêsiyê amade kir.

Li Dêrikê jî Şaredariya Gel dest bi pêngava duyemîn a pakkirinê kir û hemû sûkên bajêr û kolanên wê yên şaxî pakkir. Biryara nederketina derve jî ku ji aliyê Rêveberiya Xweser hatî ragihandin di roja 23’an de ye.

 

Li Dirbêsiyê 3 navendên çavdêriya tenduristiyê hatin amadekirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku herêmê ji vîrûsa Coronayê biparêze tedbîrên xwe zêde dike.

Herî dawî desteyê li navçeya Dirbêsiyê 3 navendên çavdêriya tenduristiyê amade kir.

Navend li navçeya Dirbêsiyê di hundirê Nexweşxaneya Şehîd Xebat, Dibistana Dêbik û hola Îvan de hatin amadekirin.

Yek ji bijîşkên ku di navenda karantînayê de, Ezîza Mihemed diyar kir ku navend bi hemû alavên tenduristî û kadroyên pispor hatine amadekirin.

Ezîza Mihemed hemû agahiyên ku li ser torên civakî têne belavkirin ku hejmarek ji şêniyên navçeya Dirbêsiyê bi vîrusê ketine, derewand.

Li Dêrikê pêngava duyemîn a pakkirinê dest pê kir

Her wiha pêngavên pakkirina hemû navçe û bajarên li bakur û rojhilatê Sûrî dewam dike.

Di vê çarçoveyê de îro Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi pêngava duyemîn a pakkirinê kir.

Şaredariyê sûkên bajêr û kolanên wê yên şaxî bi madeya Normadîdê pakkir.

beta bidin 4 saniyan

Hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Fermez Hemo diyar kir ku ji ber rewşa hewayî pêngav dereng ma.

Biryara nederketina derve dewam dike

Li aliyekî din jî ji bo vîrûsa Coronayê derbasî herêmê nebe Rêveberiya Xweser di 23’ê Adarê de biryara nederketina derve ragihand.

6’ê Nîsanê jî Rêveberiyê biryar nederketina derve heta 21’ê mehê dirêj kir û îro di roja 9’an de ye.

Back to top button