Heta niha li Tirkiyê zêdeyî 61 hezar kes bi vîrûsê ketine û 1,296 kes jî mirine

Deshilatdariya dewleta tirk a dagirker her çiqasê pesindayîna xwe ya ji bo amadekariyên rêgirtina li pêşiya vîrûsê dikir jî, hîna mehek derbasnebûyî vîrûs li tevahî tirkiyê belav bû.

Ji ber kêmderfetiya pêwistiyên tenduristiyê xebatkarên tenduristiyê jî bi vîrûsê dikevin. Tevî vîrûs li girtîgehan jî belav bûye, heta niha deshilata faşîst ti tedbîrên pêwist negirtine û bitaybet girtiyên siyasî bi mirinê re rûbirû dihêle.

Vîrûsa Corona ku li 81 bajarên tirkiye û bakurê kurdistanê belavbûyî, bêçaretiyek mezin daye avakirin.

Li Amedê ji ber kêmderfetiyê 4 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin

Ji ber kêmderfetiya heyî, xebatkarên tenduristiyê jî di nava metirsiyê de ne.

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û Fakûlteya Tipa Zanîngehê ya Dîcleyê, 4 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin.

Li bajêr, heya niha 16 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin û xebatkarekê tenduristiyê jî, jiyana xwe ji dest da.

Şaredariya navçeya Çinar a Amedê jî li gorî derfetên xwe maske belav kirin

Şaredariya navçeya Çinar a Amedê ji bo parastina li dijî vîrûsa koronayê 10 hezar maske û antîsteptîgadestan belav kir.

Şaredariyê di çarçoveya xebatên li dijî koronayê de hezar heb sabûnên destan-antîseptîga destan û deh hezar maske li xelkê belav kir.

Şaredarî li kargehên wek firin, lokonta û marketan jî di çarçoveya rêgezên paqijiyê de kontrolan pêk tîne.

Girtî bi mirinê re rûbirû têne hiştin

Xemsariya hikumeta faşîst ya AKP’ê ya ji bo giriyên siyasî, metirsiya heyî zêdetir dike.

Mehmet Bagri-yanik ê li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T a Bandir-mayê girtî ye bi rêya hevdîtina telefonê ya heftane li kurê xwe Mahsûm Bagriyanik geriya û behsa binpêkirinên li girtîgehê kir.

Bağri-yanik bi rêya kûrê xwe destnîşan kir ku li girtîgehê li dijî koronayê tu tevdîr nehatine girtin û got:

“Li Girtîgehê rêgezên paqijî û tevdîran tên piştguhkirin.

Lepik, maske û dezenfektanê nadin girtiyan.

Tenduristiya me tune dihesibînin.”

Ji bo penaberan ti xebat nayên kirin

Ne tenê girtî, penaberên ku di destê Serokê AKP’ê Erdogan de weke kaxezekê li dijî Ewropa dihat bikaranîn ji hatine jibîrkirin.

Komeleya Pira Gelan ji ber vîrûsê bi daxuyaniyek nivîskî bal kişand ser rewşa penaberên li tirkiyê.

Komeleyê destnîşan kir ku Tirkiyê li dijî Ewropa penaberan wek amûr bikar aniye û niha ew bi tenê hatine hiştin.

Komeleyê diyar kir ku di çend rojên dawî de ji penaber ji bajarên wek Osmaniye, Meletiyê bi otobusan dîsa veguhezandine bajarên li qeraxên deryayan û soza dê wan bibin Ewropa dane penaberan.

Komeleyê diyar kir ku di rewşek wiha xeternak û awarte de kolan û qad ji bo penaberan rîskek mezin e û penaberan terkî mirinê dikin.

Berdevkê Rêxistina Tenduristiya Cihanê Dr. Margaret Harrîs, têkildarî hejmarên weqayên vîrûsa koronayê got;

Li hin deverên Ewropayê kêm dibin, li Îngilistan û Tirkiyê zêde dibe.

Back to top button