Li Bakur û Rojhilatê Sûrî navendên wergirtina genim hatin amadekirin

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser Selman Barûdo, diyar kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, 20 navend ji bo wergirtina ceh û genim ji cotkaran re hatine amadekirin. 

Bi hatina werzê Havînê re, cotkarên herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî, dest bi amadekariyên mûsima îsal kirin.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser, Selman Barûdo têkildarî mijarê axivî.

Barûdo destnîşan kir ku “wan 20 navend ji bo wergirtina helbirîna genim û ceh ji cotkaran re amade kirine û hewl didin, komîteyên taybet ji bo vê yekê ava bikin.

Barûdo da zanîn ku “niha ew pêvajoya pakkirin û embarkirina berheman dinirxînin, ku çawa karibin wan ji telefbûnê biparêzin”.

Back to top button